Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro serdana Moskovê dike da ku bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bicive.
Îro serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li paytexta Rûsyayê Moskovê tên gel hev û rewşa Sûriyê û peymana moşekên S-400 a Rûsya dê nîqaş bikin.
Cîgirê serokê Rûsyayê Yuri Oshakov got her du serok Pûtîn û Erdogan dê rewşa Sûriyê û taybet pêkanîna hevpeymana Rûsya- Tirkiyê der barê Idlibê de îqaş bikin. Her wiha gelek dosyeyan, mîna têkiliyên her du welatanû peymana moşekên S-400 û avakirina boriyên xazê nîqaş bikin.
Civîna her du aliyan di 23`ê Çileyê de pêk hat, lê her du jî negihiîtin tu hevpeymanan, Erdogan ji Pûtîn re pêşinyar kir ku herêmeke ewle li Bakurê Sûriyê ava bike, lê Rûsya red kir.
Rûsyayê hikumeta Erdogan tawanbar kir ku pêkanîna hevpeymana Idlibê paşguh dike. Her du alî jî roleke nakok di aloziya Sûriyê de dilîzin. Rûsya alîkariya rejîma Sûriyê dike û Tirkiyê alîkariya çeteyên li Idlibê dike.
Tê payîn ku her du serok peymana S-400’an ku Tirkiyê rastî zextên DYA’yê ji ber wê yekê tê, nîqaş bikin.