Rojnameger û nûçegihanê ajansa me Wedad Hisên Elî yê ji berî du salan li Dihokê hatî qetilkirin wê li Silêmaniyê û Yewnanistanê were bîranîn

Di 13’ê Tebaxa 2016’an de rojnameger û nûçegihanê ajansa me yê Dihokê Wedat Hisên nava rojê li ber çavê xelkê Dihokê li taxa Malta hat revandin. Piştî çend saetan cenzayê wî avêtin li ser rêya di navbera Dihok-Simêlê. Li ser cenazeyê wî gelek şopên êşkenceya bi hovane hatî kirin hebûn. Sibe 2 sal li ser terorkirina nûçegihanê ajansa me Wedad Hisên re derbas dibe.

Wê sibe di duyemîn salvegera terorkirina xwe de li Silêmaniyê û Girava Greece samos island a li Yewnistanê were bîranîn.

Rojnameger û nûçegihanê me Wedad Hisên Elî sibe, di saet 17:00’an de li Hola Otela Mem û Zîn a li Taxa Serçinar a Silêmaniyê wê were bîranîn. Weke ajansa Rojnews herkesî vedixwînin bîranînê.

Herwiha bi pêşengiya malbatê wî sibe li Girava Greece samos island a li Yewnistanê jî di saet 10:00’an de wê were bîranîn.