Zêdetirî 20 rojin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê baran barîn ne sekiniye. Her çendî ku rayedarên hikûmetê bi gef û êrîşan fermana vala kirina gelek gund û navçeyan dane, lê welatî naxwazin dest ji mal û erdê xwe berdin. Herwiha gelek partî û rêxistinên Kurdan jî ragihandine ku ew amadene alîkariyê bi mexdûrên lêhiyê re bikin.


Du roj ji berê cejna Newrozê baranekî dijwar û teyrokê li bakurê Îranê da û lêhî rabû. Parêzgehên Gulistan, Mazenderan û bajarê Aq qela yê ser bi parêzgeha Gulistan di binê avê de man. Heya niha jî xizmetguzariyek ji bo van deveran nehatiye kirin.

Piştre lêhî li parêzgeha Fars a ku dikeve navenda Îranê da, di encamê de gelek kesan jiyana xwe jidestdan û gelek ziyanên madî gihiştin welatiyan û malên wan xirbûn û dibinê avê de man.

Piştî wê baranekî dijwar û bê navber li Rojhilatê Kurdistan û başûrê Îranê barî, heya niha jî berdewame. Di encamê de lêhî rabûn û gelek ziyanên mezin li parêzgehên Kirmaşan û Loristan yên Rojhilatê Kurdistan, herwiha parêzgeha Xuzistan ya dikeve başûrê rojavayê Îranê bi xwere çêkir.

Her çendî ku metirsî li ser parêzgehên Kirmaşan û Loristan kêm bûne, lê hêjî metirsî li ser parêzgeha Xuzistan heye û niha jî gelek navçe û gundên serbi parêzgeha Xuzistanê dibin metirsiya lêhiyê de ne.

Her çendî ku rayedarên hikûmetê bi gef û êrîşan fermana vala kirina gelek gund û navçeyan dane, lê welatî naxwazin dest ji mal û erdê xwe berdin. Welatî bi derfetên gelek kêm hewil didin berê lêhiyan ji ser gund û navçeyên xwe bidin aliyekî din.

Li gorî dîmenên ku di medya civakî de têne belavkirin, welatî ji vê rewşê gelek bi hêrs bûne û roj bi roj li dijî bê xemiya rejima Îranê ya li hemberî welatiyan nerazîbûn zêde dibin.

Di vê rewşê de sazî û rêxistinên ne hikmî zêdetir hewildidin xizmetguzarî û alîkariyan bigihînin mexdûran. Li gelek deveran kampanyên alîkariyê ji bo mexdûrên lêhiyê hatine destpêkirin.

Gelek partî û rêxistinên Kurdan ragihandine ku ew amadene alîkariya mexdûrên lêhiyê bikin, Ji vana jî KCK, KODAR, PJAK, HDP, KCDE,TEV DEM û gelek rêxistinên sivîl yên li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî diyar kirine ku ew amade ne ji bo alîkariyê pêşkêşî mexdûran bikin.