Şahîn Tan ê 21 salî, 102 roj in li Girtîgeha Girtî ya Ceyhanê di greva birçîbûnê de ye. Dayika Tan Behya Tan got, “Em jî bi zarokên xwe re di greva birçîbûnê de ne. Di rewşekê de ku ew xwarinê naxwin, gelo em ê çawa karibin bixwin?”
Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Şahîn Tan ê 21 salî ye. Tan ku 3 sal û nîv e di girtîgehê de ye, ji 26’ê Kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Girtî ya Ceyhanê di greva birçîbûnê de ye. Tan hîn 17 salî bû ku ji ber pîrozkirina Newrozê hate girtin û 4 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Dayika Tan Behya Tan diyar kir, li bajarokê Mercîmekê yê navçeya Ceyhanê bi salane bi xwedîkirina heywanan debara xwe dikin û got, “Kurê min li Mercîmekê ji dayik bû. Di nava 4 kurên min de yê herî biçûk e. Şahîn piştî dibistana navîn xwendin dewam nekir. Me jê dixwest ku bixwîne, têkoşîna xwe bi vî rengî bidomîne, lê wî nexwest bixwîne. Piştî ku dest ji dibistanê berda alîkarî da bavê xwe. Di dema xwe ya vala de jî li malê nedima. Diçû Ceyhanê gel hevalên xwe. Tevlî karê ciwanan bû. Zêde ji me re qala tiştekî nedikir. Sala 2016’an di dema pîrozbahiyên Newroza qedexekirî de hate destgîrkirin û girtin. 3 salan li girtîgehê ye. Salek maye derkeve. Niha di greva birçîbûnê de ye. Ew çiqasî bêje ku ‘rewşa min baş e’ jî kîloyên ku wî li xwe kêm kiriye, nêrînên çavên wî rastiyê nîşanî min didin.”
ÇI MAFÊ DEWLETÊ HEYE?
Dayik Tan anî ziman, dema ku kurê wê bi rêya telefonê pê re diaxive bêhna wî diçike, nikare zêde biaxive û got, “Pirsgirêkek xwe hebe jî ji xwe nabêjin. Çi mafê dewletê heye ku van tiştan tîne serê me? Em; malbat dixwazin tecrîd tavilê bê bidawîkirin û rewşa tenduristiyê ya zarokên me baş bibe. Eger grevên birçîbûnê bi vî rengî bidome, ji xwe wê xisarên mayinde li çalakgeran rû bidin. Bêyî ku ev biqewime divê gelê Kurd jî bi hev re dengekî xurt derxîne. Dilê me dayikan dişewite. Em bi zarokên xwe re di greva birçîbûnê de ne. Di rewşekê de ku ew xwarinê naxwin, em ê çawa bixwin? Berî ku tiştek bi kesekî din were vî dengî bibihîzin.”




