Welatiyên Silêmanî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê nêrînên xwe anîn ziman û gotin; ” Ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan divê hemû gelê Kurd û mirovahî bi yek deng û bi yek rengî lidijî tecrîdê çalakiyan bikin.”
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewame, bi tu awayî destûr nayê dayîn parêzer û malbata Ocalan hevdîtinê li gel Ocalan de pêkbînin. Ev kiryarên dewleta Tirk li cem gelê Kurd û tevayî gelên azadîxwaz hêrsekî mezin daye çêkirin. Di vê çarçoveyê de welatiyên parêzgeha Silêmanî nêrînên xwe yên li dijî tecrîdê bi rêya Rojnews’ê anîn ziman.
Welatiyê bi navê Newroz Fazil daxwaz kir ku gelê Kurd li dijî tecrîdê hemû xwedî yek helwestê bin û wiha got: “Ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan divê hemû gelê Kurd mirovahî bi yek deng û bi yek rengî lidijî tecrîdê çalakiyan bikin.”

Newroz Fazil têkildarî grevên birçîbûnê yên lidijî tecrîdê jî destnîşan kir ku çalakiyên grevên birçîbûnê bi îrdayek xurt û bexwedanekî mezin tên kirin û wiha domand: “Baweriya min heye ku ev çalakî wê tecrîdê bişkînin û zextekî mezin li ser Neteweyên Yekbûyî rêxistinên mafên mirov çêkin.”
Di dirêjiya axaftina xwe de Newroz Fazil rexne li bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Çima peywendiya wana li gel hikûmeta Tirk de heye, ev peywendî nîşaneya teslîmbûn û binketinê ne. Ya giring gel û hêza civakê ye. Ji ber ku şikandina tecrîdê tê wateya avakirina cîhanekî azad û demokrasî. Azadiya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurde, azadiya wî wê sudekî mezin bide tevayî mirovatiyê.”

Welatiyê bi navê Şoreş Xidir jî têkildarî heman mijarê nêrîna xwe anî ziman, Şoreş Xidir Ocalan wekî xebatkarekî ne tenê ji bo neteweyek ji bo tevayî mirovayetî bi navkir. Balkişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê û wiha got: “Pêwîste li her çar parçên Kurdistanê piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê werin kirin û piştgiriyê bidin daxwazên çalakgeran. Herwiha hêvîdarim ku hikûmeta Herêma Kurdistan û parlamentoya Herêma Kurdistanê xwe di ber çavan re derbaz bikin û helwesta xwe li dijî tecrîdê nîşan bidin.”