Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Omer Tolûk e. Dayika Tolûk got, “Bedena zarokên me roj bi roj dihele, hûn hîn çima bêdeng in?”

Yek ji girtiyên ku ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, Omer Tolûk e.

Tolûk ku li navçeya Ceyhan a Edeneyê ji dayik bû, berî 3 salan li Ceyhanê di dema pîrozbahiya Newrozê de hatibû girtin. Tolûk ê ku 5 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn, di greva birçîbûnê de ye. Dayika Tolûk Meryem Tolûk diyar kir, wan berî 30 salan ji Sêrtê koçî Ceyhanê kirin û got, “Ji wê demê ve zexta dewletê li dijî me zêde bû. 30 sal in mala me li vir e.

Kurê min Omer jî li vir ji dayik bû û mezin bû. Ciwanekî aram û bêdeng bû. Sala 2016’an Newroza ku wê bihata pîrozkirin di kêliya dawî de hate betalkirin. Wî û çend hevalên wî gotin, ‘Ev cejna me ye, em ê ji kesî destûrê nexwazin. Em ê pîroz bikin’. Îro jî mîna wê rojê ji ber ku tiştekî şaş heye, kurê min dest bi berxwedanê kiriye.”

‘GIRTÎ JI BÊDENGIYÊ NERAZÎ NE’

Tolûk qala axaftina dawî ya bi kurê xwe re kir û got, “Rewşa wî bi min nebaş hat. Lê belê rewşa ya herî nebaş a hevalên Omer bû. Zêdeyî 100 roj in hevalên wî di greva birçîbûnê de ne. Li gorî gotinên wan, şekir û xwê nadin wan. Tenê doktoran dişînin. Ew jî wezîfeya xwe dikin, lê ji bêdengiya mirovên li derve nerazî ne.”

Tolûk sersaxî ji malbatên çalakgerên ku şehîd bûne xwest û got, “Em dayik in. Gelekî zor e ku mirov zane ew birçî ne, yên ku nedîtine vê fêhm nakin. Ew bi biryardarî çalakiya xwe didomînin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya xwe bi dawî nekin. Wê demê, em ên li derve; heta tecrîd bi dawî bibe divê em têkoşîna xwe xurt bikin. Berdêla wê çi dibe bila bibe divê em bikin ku tecrîd bê rakirin. Bi bêdengiyê nabe, divê em dengê xwe bilind bikin.”