Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê anîn, dest bi kampanya şandina daxwaznameyan ji Wezareta Edaletê re kirin.
Mirovên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê, ji asta krîtîk jî derbas bûne. Ji ber ku heta niha dewletê gavek neavêtiye, 7 girtî û li Elmanyayê jî welatparêzê bi navê Ûgûr Şakar çalakiya fedayî kirin û dawî li jiyana xwe anîn. Rewşa çalakgerên greva birçîbûnê saet bi saet giran dibe. Xizmên girtiyan jî ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê anîn, dest bi kampanya nivîsandina daxwaznameyan ji bo Wezareta Edaletê kirin. Malbatan bang li her kesî kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin û tevlî kampanyayê bibin.
Di daxwaznameyê de li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê yên li zindanan, welêt û derveyî welêt agahî tên dayin û ev daxwaz ji Wezîrê Edaletê yê Tirk Abdulhamît Gul tê kirin:
“Em ji we û wezareta we û Dewleta Komara Tirkiyeyê dixwazin; mafê hevdîtina bi parêzeran û xizmên xwe yên mehkûman bi cih bînin ku ev maf di qanûnan, destûra bingehîn û belgeyên mafên mirovan ên navneteweyî de bi rengekî vekirî hatiye naskirin. Daxwaza me ji we ew e ku dawî li kiryarên li derveyî hiqûqê bînin ku ji ber van kiryaran girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Em hêvîdar in ku wê ev daxwaza me ya însanî û mafdar bê qebûlkirin.”