Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistanî li gelek welatên Ewropayê daketin qadan û çalakî pêk anîn.

Kurdên li Swîsre, Danîmarka, Elmanya û Fransayê daketin qadan û bêdengiya li pêşberî tecrîdê û xemsariya li grevên birçîbûnê şermezar kirin.

CENEVRE: Li ber Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyek hate lidarxistin û pankarta bi nivîsa “Bi dawî li tecrîdê bê anîn, daxwazên berxwedêran bên qebûlkirin” hate vekirin. Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, CPT û Konseya Ewropayê hate şermezarkirin. hevserokê CDK’ê Salih Saglam li qada çalakiyê axivî û got, “Grevên birçîbûnê li asta krîtîk in. Divê her kes li her cihî li ber xwe bide û bibe dengê berxwedêrên greva birçîbûnê.” Di çalakiyê de bi zimanê Fransî gelek belavokên li ser tecrîdê û berxwedana grevên birçîbûnê hatin belavkirin.

DELEMONT: Li paytexta kantona Jura ya Swîsreyê Delemontê, li ber stasyona navendî çalakiya dengderxistinê pêk hat. Di çalakiyê de li ser tecrîdê gelek belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.

BERN: Li paytexta Swîsre Bernê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li nava otobus û tramvayan bal kişandin ser berxwedan agrevên birçîbûnê. Aktîvîstan maske danîn ser rûyê xwe û wêneyên çalakgerên fedayî yên li dijî tecrîdê çalakî kirin, hildan.

BASEL: Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, li pêşiya Parlamenta Kantonê çalakî hate lidarxistin û bêdengiya saziyên navneteweyî û dewletan hate şermezarkirin. Çalakgeran piştgirî dan berxwedêrên greva birçîbûnê.

LOZAN: Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Lajîn li ber Dêra St. Laurentê mîtîngek pêk hat. Di çalakiyê de li dijî bêdengiyê bang hate kirin ku berxwedan bê xurtkirin. Di dawiya çalakiyê de bi zimanê Fransî belavok hatin xwendin.

ZURICH: Platforma Piştgiriya bi Grevên Birçîbûnê re li qada Rathausê ku Parlamenta Kantonê jî lê ye, mîtîngek pêk hat. Di çalakiyê de pankartên ku balê dikişînin ser tecrîdê û berxwedana greva birçîbûnê hatin hildan. Di dawiya çalakiyê de bi navê Platformê belavokek bi Elmanî hate xwendin.

AARAU: Li bajarê Aarau yê Swîsreyê, endmên Tevgera Ciwanên Şoreşger li ber stasyona trenê ya navendî çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de li dijî tecrîdê û bêdengiyê banga xurtkirina berxwedanê hate kirin. Ji bo meş û mîtînga 13’ê Nîsanê roja Şemiyê saet 14’an a li Helvetiaplatzê banga tevlîbûnê hate kirin.

KOPENHAGEN: Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi şiyara “Em dimirin, bibin dengê me” li du taxên cuda stand hatin vekirin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sêvê ve hate lidarxistin. Di çalakiyê de li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê belavok hatin belavkirin û raya giştî li ser mijarê hate agahdarkirin.

FRANKFURT: Li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê, çalakiyên meclîsên jinan ên Amara, Sara û Nûjîn ên li dijî tecrîdê dewam kirin. Di çalakiyan de hate bibîrxistin ku berxwedêrên greva birçîbûnê êdî li ber mirinê ne û hate gotin, “Divê mirovahî êdî dawî li bêdengiya xwe bîne.”

MANTES LA JOLIE: Li bajarê Mantes la Jolie yê Fransayê, Kurdistanî li dijî tecrîdê meşiyan. Çalakî bi pêşengiya TJK-F pêk hat û bi sedan kes tevlî bûn.