Kakeyî û Zerdeştiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bertek nîşan dan û banga helwestê li gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û gotin ku nabe êdî hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng bin.
Dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Herwiha roj bi roj nerazîbûnê pêkhateyan a li dijî dagirkeriyê jî zêde dibe. Kakeyî û Zerdeştiyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê daxwaza yekîtiyê kirin û diyar kirin ku êdî nabe hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdeng bimîne.
Weke tevahî pêkhateyên Başûrê Kurdistan Kakeyî û Zerdeştiyan jî dagirkeriya dewleta Tirk li dijî mafên mirovan û destwerdana li ser xaka Iraqê dibînin. Herwiha daxwaz ji gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku li dijî van êrîşna, bibin xwedî helwest.
‘Sedema êrîşan bêdengiye’
Goran Kakeyî diyar kir ku yek ji sedema êrîşan bêdengiye û got; “Weke Kakeyî em beşek ji gel û çanda Başûrê Kurdistanê. Mixabin, dewleta Tirk mafên gelê Kurd binpê dike û êrîş dike. Herwiha gelek bêdengî heye. Bêdengiyê wiha kiriye ku dagirker zêdetir êrîş bike. Bêhelwestî û bêdengiya hikûmeta Iraqê jî cihê pirsê û renxeyane. Gelo ji bo çi wiha dike? Armanca dewleta Tirk jî diyare. Êrîş netenê ji bo kuştina Kurdane, dixwaze aboriya xwe li ser xak û nefta Herêma Kurdistanê bi hêz bike.”

Goran Kakeyî, li dijî dagirkeriyê banga yek helwestiyê kir û wiha domand: “Ez ne wekî Kakayiyekê ez weke mirovekê daxwaz ji hemû çalakvan, kesayetên bawermend û kesayetên serbixwe dikim ku li dijî dagirkeriyê bêdeng nebin. Li li tu cihên cihanê û ne di nava tu baweriyan de tiştek wiha bi serê tu gelan de ne hatiye ku wiha agir li serê wan de bibarîne.”
Aryan Şefîq ê Zerdeştî wiha qala dagirkeriya dewleta Tirk kir: “Dewleta Tirk ji destpêka damezirandina tevgera azadî li Bakûrê Kurdistanê heya roja îro bê navber dest bi êrîş û dagirkeriyê kiriye. Êrîşên dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî li dijî yasaya navdewletiye.”

Aryan Şefîq eşkere kir ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne û wiha pêde çû; “Ji ber ku ev êrîşên li ser xaka Herêma Kurdistanê pêktên wate binpêkirin serweriya Iraqê û mafê welatiyane. Encama van êrîşan jî penaberbûn û dagirkeriye. Bêdengiya Herêmê tenê bandûriyê li ser pirsa Kurd dike û ev yeke zererê dide yekitiya Kurdan. Divê Kurd yekdengî û yekhelwest bin. Ji bo ku dijmin negihin armanca xwe û bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji xizmeta dijminê dike.”
(ep)