Siyasetmedar û parlamentera berê ya Iraqê Şiruq Ebayçî diyar kir ku divê parêzer û malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikarin serdan bikin û dawî li tecrîdê bê. Şiruq Ebayçî diyar kir ku bandoriya Ocalan û partiya wî li ser herêmê û cîhanê heye û tecrîda li ser nerewa ye.


Siyasetmedara Ereb û parlamentera berê ya Iraqê Şiruq Ebayçî têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku demek dirêje berdewam dike ji Rojnews’ê re axivî.

‘Tecrîda li ser Ocalan ne rewa ye’

Siyasetmedara Ereb û parlamentera berê ya Iraqê Şiruq Ebayçî daxwaz kir ku rewşa tendirustiya Ocalan ji raya giştî re were ragihandin û got; “Tecrîda li ser Ocalan ne rewa û neqanûnî ye. Çawa dibe were tecrîd kirin û rê neyê dayin parêzer û malbat serdan bikin? Ocalan ne kesayetekî asayî ye. Bandoriya Ocalan û partiya wî li ser herêmê û cîhanê heye. Lewma divê rewşa tendirustiya wî û jiyana wî were zanîn.”

Şiruq Ebayçî diyar kir ku divê parêzer û malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikarin serdan bikin û dawî li tecrîdê bê. Herwiha eşkere kir ku divê li gorî yasayê nêz bibin û got; “Divê ne li gorî rewşa niha be ku tiştek derbarê wî de nayê zanin. Heta nayê zanin rewşa tendirustiya wî ji çawa ye.”

(ab)