KCDK-E’yê li ser biryara Desteya Hibijartina Bilind (YSK) a Tirk ku mazbatayê nade hevşaredarên BHQ’yî yên Mêrdînê, Wanê, got AKP darbe kiriye û bang li gel kir ku rabe ser piyan.

KCDK-E’yê li ser biryara YSK’ê ya bi fermana AKP’ê ku mazbateyê nadin hevşaredarên BHQ’yî daxuyanî da. KCDK-E’yê li ser biryara YSK’ê got, AKP ”bi YSK’ya komploger, vîna gel desteser dike. Erdogan ê dîktator bi destê YSK’ê li dijî vîna gelê Kurd bi komployeke siyasî kemîn daniye.”

KCDK-E  diyar kir bi vê biryarê re ku beriya niha hatibû gotin yên BHQ’yî dikarin werin hilbijartin, ”darbe” hatiye kirin û ev ”êrîşeke li ser vîna gelê Kurd û desteserkirin”, ”li dijî HDP’ê û gelê Kurd, ku bi biryara stratejîk derb li tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê xistin, ”misîllîme û tolhildan e”.

KCDK-E’yê her wiha diyar kir ev biryara Erdoan ê dîktator û YSK’ya wî, ku tişta bi hilbijartinê nekarîne ku bistînin, bi zorê dixwazin bistînin, nas nakin.

KCDK-E’yê bang li gelê Kurd kir ku li dijî vê darbeya li vîna gelê Kurd û HDP’ê derkevin qadan û helwesta xwe ya demokratîk nîşan bidin û got, ”Bi vîna hevpar ku wê bi paş ve gav bi faşîzmê bide avêtin, em bang li hemû sosyalîst, demokrat, jin, ciwan û hemû kesên mexdûrên Erdoganê dîktator dikin ku AKP’ê ya rêxistina sûc teşhîr bikin û şermezar bikin.”

KCDK-E’yê herî dawî bang li dewlet û saziyên Ewropayê kir ku, li dijî vê biryara AKP’ê ya bi destê YSK’ê helwestê nîşan bidin, bes dîktatoriya Erdogan biparêzin û karê xwe yê eslî bikin.