Der barê 19 wekîlên HDP’î de bi hinceta ku nerazîbûn nîşanî axaftina Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan nedane, fezleke hate amadekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê 19 parlamenterên ku nerazîbûn nîşanî axaftinên Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan nedaye, fezleke amade kir.
Dozger, bi hinceta ku Pervîn Bûldan di 27-28’ê Cotmeha 2018’an de li Otela Demîr a Sûrê di civîna “Çareseriya Neteweyî û Krîza Rojhilata Navîn” de axivî propaganda kiriye û dîsa der barê Fatma Kûrtûlan de bi hinceta 9’ê Cotmeha 2018’an di çalakiya pêşiya AZC Plaza ya Ofîsa Amedê de li dijî operasyona 100 kesên li Amedê hatin destgîrkirin daxuyanî da û propaganda kiriye, fezleke amade kir.
Dozger bi hinceta Bûldan di axaftina xwe de propaganda rêxistinê kiriye û 11 wekîlan nerazîbûn nîşan nedaye fezleke amade kir. Dîsa bi hinceta Kûrtûlan propaganda rêxistinê kiriye û 8 wekîlan nerazîbûn nîşan nedaye der barê 8 wekîlan de fezleke amade kirin.
Endamê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç, anî ziman ku dema sûç tune be jî sûc ava dikin û dixwazin vî sûcê ava dikin, bikin mînak.
19 parlamenterên bi hinceta nerazîbûn nîşanî axaftinên Bûldan û Kûrtûlan nedane der barê wan de fezleke hatin amadekirn wiha ne: “Sait Dede, Semra Guzel, Tayip Temel, Omer Faruk Gergerlîoglu, Omer Ocalan, Şevîn Coşkun, Gulustan Kiliç Koçyîgît, Mehmet Ruştu Tiryakî, Meral Daniş Beştaş, Fatma Kurtulan, Remziye Tosun, Tuma Çelik, Abdullah Koç, Serpil Kemalbay, Bedîa Ozgokçe Ertan, Pero Dundar, Salihe Aydenîz, Ebrû Gunay, Nuran Îmîr.”