Li nêzî bajarê Babê yê Bakurê Sûriyey, di dema derbasbûna wesayîteke çeteyên girêdayî dewleta Tirk de, teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku di teqînê de kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, di saetên şevê de, li bajarokê Qebasîn a Babê, di dema derbasbûna wesayîteke ya çeteyan de, bombeya ji berê hatibû bicihkirin teqiya.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, di wesayîta hate hedefkirin de kuştî  û birîndarên çeteyan pê hatine.