Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete bi topên hawanê êrîşî navenda Til Rifatê kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, 10 topên hawanê yên doh bi şev ji Ezazê hatin avêtin, 3 ji wan li navenda Til Rifatê ketin. Piştî êrîşa bi hawanan li ser xeta sînor dengê çekan hate bihîstin.

Nayê zanîn ku di bomberdûmanê û şer de tiştek bi kesî hatiye yan na.