Li Swîsreyê, ciwanekî Kurd ê penaber Tebaxa 2018’an winda bûbû û cesedê wî piştî 8 mehan hatibû dîtin.

Ciwanê Kurd Emrah Adanir (26) ê ji Êlihê, Sibata 2018’an hatibû Swîsreyê û serlêdana penaberiyê kiribû. Lê ji Tebax 2018’an û pê ve agahî jê nehate girtin. Cesedê Emrah Adanir li cihekî nêzî Kampa Penaberan a Vilters Wangs a li Kantona St. Gallenê ya Swîsreyê hate dîtin, ku demekê li wê kampê mabû.

Li gorî agahiyan, li daristaneke nêzî kampa Vilters Wangsê, penaberên li wê kampê çend roj berê hestiyekî tasa serî dîtin. Hestî li ser rêya meşê ku bi du kîlometreyan dûrî kampê ye hate dîtin. Di encama testa DNA’yê de eşkere bû ku hestî yê Emrah Adanir e.

Xizmên Adanir û penaberên li kampê pê re diman, balê dikişînin ser xemsariya rêveberiya kampa penaberan û polîsên Swîsreyê.

Li gorî agahiyên ji xizmên wî hatin girtin, Adanir demekê ji bo li dijî DAÎŞ’ê şer bike li Rojava ma, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hat Swîsreyê, lê ji ber ku daxwaza wî ya penaberiyê nehate qebûlkirin, ew li kampa penaberan a St. Gallenê bi cih kirin. Di demekê de ku pêvajoya serlêdana penaberiyê didomiya, 14’ê Tebaxa 2018’an Adanir winda bû.

Tevî ku malbatê roja bûyerê agahî da rêveberiya kampê jî, tiştek nehate kirin û piştî 10 rojan ji malbatê re gotin ku serî li polîsan bide. Malbata Adanir 24’ê Tebaxê serî li polîsên St. Gallenê da.

Polîsan 3 meh piştî vê serlêdanê li malbatê geriyan û ji wan pirsî bê Adanir li wan geriya ye yan na. Malbatê xwest ku sînyalên telefona Adanir bê şopandin û polîsan jî ji wan re got, “Çi ji destê me tê em wê dikin.” Heta 2’ê Nîsanê ku li Vilters Wangsê hestiyê tasa serî hat dîtin, polîsan têkilî bi malbatê re dananî.

Piştî ku hestî hate dîtin, polîs li malbatê geriya û jê re got ku cesedê Adanir hatiye dîtin.

Malbat niha dixwaze zanibe ku bûyer çawa qewimiye û parçeyên din ên cenaze li ku ye.

Malbata Adanir diyar kir ku polîsan li derdora kampa Adanir lê bû qet lêgerîn nekiriye û ev yek xemsariyeke mezin e. Malbata Adanir dixwaze lêpirsîna bûyerê bê berfirehkirin.

Pirsên ku bersiv ji wan tên xwestin:

– Mîna ku malbata Adanir dibêje, polîs beriya 8 mehan di dema serlêdanê de çima neçû kampa penaberan a Adanir lê bû û li derdora kampê lêgerîn nekirin?

– Emrah Adanir dema winda bû telefona wî pê re bû. Polîs bi rêya şopandina teknîkî li Adanir geriya? Eger lê geriya, çima di vê mijarê de agahî ji malbatê re nehate dayin?

– Hestiyê tasa serê Adanir û hin hestiyên din li cihekî bi 2 kîlometreyan dûrî kampê hatin dîtin. Eger li wir jiyana xwe ji dest dabe, di nava 8 mehan de çawa kesî cenaze nedîtiye, ya jî bêhna cenaze neçûye kampê?

– Polîsên Swîsreyê 8 mehan çima bûyer ji çapemeniyê re ranegihand?

– Çapemeniya Swîsreyê li pêşberî bûyereke bi vî rengî girîng çima bêdeng e?

– Rayedarên polîsan an jî kampê, çima heta niha li ser bûyerê hîn daxuyaniyeke fermî nedane?

– Polîsan piştî dîtina cenazeyê Adanir çima agahî neda çapemeniyê ya jî nexwest çapemenî bi vê bûyerê bihese?

– Tevî ku ne wezîfeya rayedarên kampê ye, çima gelek eşyayên Adanir ku komputera wî jî di nav de ye, hînê nedaye malbatê?