Parêzer Hartmût Wachtler ku di serî de Ulrîke Meînhof, parêzeriya lîderên tevgera 68’an a Elmanyayê dikir, bi gotinên tund Wezareta Karên Navxwe ku alayên YPG/YPJ’ê qedexe kiriye, şermezar kir.

Nemaze li eyaleta Bavyerayê her roj hi hinceta alayên YPG/YPJ’ê polîs û dozger lêpirsînên nû vedikin. Herî dawî derhêner Ulî Bez ji bo ku 2017’an li ser hesabê xwe yê Facebookê alaya YPJ’ê par ve kiribû li Dadgeha Îdarî ya Munîhê derket pêşberî dadgeh.

Dadgehê berevajî cezayê pereyan ku dadgehên din dabûn biryar li ser Bez da ku were berdan. Jixwe Bez diyar kiribû ku ew ê cezayê pereyan nede û gotibû, ”Hewce bike ez ê biçim li girtîgehê bimînim”. Parêzer Hartmut Wachtler ku li dadgehê parêzeriya Ulî Bez kirî têkilî qedexeya alayên YPG-YPJ’ê ji ANF’ê re axivî.

Wachtle, li gel ku ti qedexeyek li ser YPG-YPJ’ê tine jî, bi giştînameyeke qedexekirina alayên YPG-YPJ’ê dijî hiqûqî dît.

‘GIŞTÎNAME LI DEWLETA HIQÛQÊ NAYÊ’

Wachter bi bîr xist, biryarên qedexeyê yên li ser PKK’ê 1993’an hatine standin û got, ”Wê demê bi vê biryara qedexeyê tespîta wê hatibû kirin ku wê kîjan sembol werin qedexekirin. Lê piştre bi rengekî seyr wêneyên Ocalan li van hate zêdekirin. Bêyî ku ti biryarek hebe, bi nivîseke navxweyî ya Wezareta Karên Navxwe standina biryarê û qebûlkirina vê ya bi rengê sûc li dewleta hiqûqê nayê.”

Wachtler bi bîr xist ku hêzên YPG-YPJ’ê Êzîdî ji komkujiya DAÎŞ’ê stanine û ev rastî ji hêla medyaya Elman ve li gel ku gelek caran hatiye dayin jî Wezareta Navxwe sembolên van hêzan qedexe kiriye û domand, ”Bi ser de piştî giştînameya qedexeyê bi ser malên mirovan de girtin, darizandin û cezayê pereyan li wan hatin birîn. Polîsan qîma xwe bi vê jî neanî, weke di bûyera Ulî Bez de hatî dîtin, ji ber ku nûçeya ku bi ser malê de girtine li ser hesabê xwe yê Facebookê par ve kiriye, lêpirsîn li ser hatiye vekirin û hate darizandin.”

‘TENÊ ERDOGAN JI VAN DARIZANDINAN KÊFXWEŞE DIBE’

Li gorî Wachtler dadgerê ku li doza Bez dinerî, ji bo ku parvekirina Bez li şûna propagandaya PKK’ê, têkilî parvekirina nûçeya ya derbarê girtina bi ser malê de nirxandiye ceza lê nehatiye birîn.

Parêzer Wachtler got lêpirsîn, darizandinên ji bo alayên YPG-YPJ’ê li Elmanyayê kêfa kesî nayîne û domand, ”Li bara van lêpirsîn û cezayan tenê kesek kêfxweş dibe, ew jî Erdogan e ku li Sûriyeyê êrîşên çekdarî dibe ser Kurdan.”