Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP`ê ya Colemêrgê Leyla Guven, bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 156 roj in di greva birçîbûnê de ye û li ber xwe dide.

Berxwedana  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. Berxwedana Leyla Guven di roja 156’emîn de didome.  Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 143’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 117’emîn de didome. Çalakiya girtiyên girtîgehên Tirkiye 118 roj in didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 43’emîn de didome.

Çalakiya 3 parlamenteran a avahiya hdp’ê didome

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin didome. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 98 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 88, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 96 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 45 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Greva birçîbûnê li qada navnetewî didome

Yusuf Îba li Torontoyê 91 roj, Mele Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 90 roj, Husên Yildiz 84 roj, Hasbî Çakici 83 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 83 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 79 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 74 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 67 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 56 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 27 roj di gireva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmut 48 roj, Gulebax Celal 27 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Girtiyên li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn

Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2’ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.