Hevseroka Giştî ya HPD’ê Buldan têkilî biryara YSk’ê got, ”AKP partiya kemînan e” û ji bo YSK’ê jî got, ”ketiye bin nîrê AKP’ê, ne saziyeke serbixwe ye”.
Buldan: YSK ketiye bin nîrê AKP’ê
Hevseroka Giştî ya HPD’ê Buldan têkilî biryara YSk’ê got, ”AKP partiya kemînan e” û ji bo YSK’ê jî got, ”ketiye bin nîrê AKP’ê, ne saziyeke serbixwe ye”.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan got, bi hinceta BHQ’ê ji bo ku mazbatayên hevşaradarên wan nedane wan ew ê nesekinin û di hêla hiqûqî û siyasî de têkoşîna vê bidin. Buldan got, “YSK bi temamî ketiye bin nîrê AKP’ê. Ne saziyeke serbixwe ye.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Navenda Giştî ya partiya xwe beriya civîna Meclîsa Jinan têkildarî mijarên di rojevê de daxuyanî da.
‘WÎJDANÊ JÎ BERDIDIN’
Buldan bi bîr xistina çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dest bi axaftina xwe kir û got: “Helbet tenê ne Leyla Guven îro bi hezaran girtî li girtîgehan û li derve bedena xwe dane ber birçîbûnê. Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan derbasî astek krîtîk bûne. Li hember çalakiyan bêdengiyek mezin heye. Dibe ku her kêlî xeberên nexweş werin. Gelek hevalên me ketine rewşa ku êdî nabînin û nabihîzin. Rewşa tenduristiya wan ne baş e. Divê demek zûttirîn hikumeta AKP’ê dawî li bêdengiya xwe bîne. Divê tenê ne AKP, hemû aliyên civakê dengê xwe bilind bikin. Tenê ne beden dihelin, em dibînin ku wîjden jî berdidin. Ev bêdengî di heman demê de ji me re nîşan dide ku wîjdan jî bêdeng bûne û ew hiştine. Ji bo hevalên me bijîn û tiştek ji wan nebe çi ji destê me were em ê bikin. Di vê mijarê de rolek mezin dikeve ser milê jinan.”
‘TEVÎ XESPKIRINÊ JÎ WÊ HEJMARA ŞAREDARIYÊN ME KÊM NEBIN’
Buldan têkildarî pêvajoya piştî hilbijartinê jî nirxandin kir û wiha got:
Me li gellek deveran temsîliyeta jinan pêk anî. Me 65 şaredarî bi dest xistin. Pêvajoya îtîrazan didome. Dibe ku ev hejmar zêde jî bibe. AKP dixwaze şaredariyên ku HDP’ê bi dest xistiye xesp bike. Tevî vê yekê jî wê hejmara şaredariyên me kêm nabe. Wê hevşaredarên me yên jin xebatek mînak bi rê ve bibin û modelek ava bikin. Sazî û navendên jinan ên ji aliyê qeyûman ve hatin girtin, wê carek din ji aliyê şaredariyên me ve werin vekirin. Wê hevşaredarên me jin bi taybetî bi pirsgirêkên jinan re eleqadar bibin.
‘JI BO AHMET TURK EXTIYAR E ÎTÎRAZ KIRINE’
Li navendên wek Şirnex, Mûş, Wêranşarê û gellek deverên din îradeya gel hat xespkirin. Me ji bo gellek navendan îtîraz kir lê îtîrazên me nehatin qebûlkirin. Tevî ku 10 roj bi ser hilbijartinan re derbas bûne jî hêj mazbatayên gellek bajaran nedane. Mazbatayên hevşaredarên me yên Mêrdîn û Amedê nedane wan. Îtîraza AKP’ê ya ji bo Mêrdînê ewqas komîk e; bi hêceta tenduristî û extiyariya Ahmet Turk AKP’ê daxwaznameya xwe ya îtîrazê daye. Hûn zen dikin ma gelo ewqas jî erzan e? Ji ber ewqas hêcetên biçûk û hêsan dixwazim bêjim xwe xafil dikin. Divê gavek berê gavekê dest ji van şaşîtiyên xwe berdin û mazbatayên hevşaredarên me bidin wan.
‘YSK KETIYE BIN NÎRÊ AKP’Ê
YSK’ê biryar da ku wê mazbatayên hevşaredarên me yên bi BHQ’ê hatine îxrackirin nede wan. YSK tam ketiye bin nîrê AKP’ê. Ji saziyek serbixwe derketiye. Ne serbixwe ye. Pêşî serlêdana namzetên me yên BHQ’yî qebûl dikin û pişt re jî BHQ dikin hêcet û mazbata nadin wan. Ev jî nîşan dide ku yek ji lîstikên AKP’ê yên li dijî HDP’ê ne. AKP bi zimanek qirêj kampanya bi rê ve bir. Di serî de Serokkomar û hemû wezîrên wan HDP’ê kirin hedef. Vîdeoyên me di mitîngan de nîşan dan. Nefret û kîndariya xwe ya li hember me carek din eşkere kirin. AKP ji qewet ketiye. AKP têk şikiyaye. Zimanê AKP’ê bû bela serê AKP’ê û hilbijartin bi wan da windakirin. Me di her mitînga xwe de behsa aştî, azadî, demokrasî û aramiya Tirkiyeyê dikir, AKP’ê jî bi zimanek kîn û nefretê li dijî me kampanya bi rê ve dibir. Em bi ser ketin û AKP’ê winda kir. Divê her kes vê rastiyê bibîne. AKP li dijî partiya me û partiyên muxalefetê xefikan datîne û AKP partiyek kemînê ye. Tişta ku nikare bike saziyên din dike şirîkê xwe û dixwaze vê lîstoka xwe berdewam bike.”