Ayetullah Ay ku li Girtîgeha Kirikkaleyê ji bo ku tecrîd bi dawî bibe di greva birçîbûnê ye, di hevdîtinê ya bi malbatê re got, ji bo ku greva birçîbûnê bi dawî bikin îdare zexta li ser wan dike.
Yek ji girtîgeha ku zexta zêde li ser heye Girtîgeha Kirikkaleyê ye. Piştî ku 1’ê Adarê li hemû zindanên Kurdistanê û Tirkiyê ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe greva birçîbûnê dest pê kir, zexta li ser girtiyên siyasî zêdetir bû. Ayetullah Ay bi rêya malbata xwe zext û zordariya li ser wan vegot.
Ay bi rêya dayik û birayê xwe got van rojên dawî zexta li ser wan zêdetir bûye û li ge hevalê xwe yê di greva birçîbûnê de ew avêtine hicreyê. Ay diya kir qerdiyanan kincên wan qetandine, pirtûkên wan belawela kirin û xebatkarên girtîgehê dijûnan li wan dikin. Ay her wiha got rêveberiya girtîgehê ji bo ku ew greva birçîbûnê bidawî bikin zexta li ser wan zêdetir kirine.
Malbata ku çûyî serdanê jî diyar kir xebatkarên girtîgehê dijûn li wan kirine û zilm li wan kirine. Dema ku ser wan seh kirine tehde li wan kirine û dema ku malbata Ay li dij vê derketine jî ji wan re gotine, ”Dengê xwe dernexin, fermana Wezareta Dadê wiha ye”. Malbatê banga bihistyarbûnê li raya giştî kir.