4 welatiyên Efrînê komeke muzîkê bi navê “Berxwedana Serdemê” ava kir û bi stranên xwe berxwedana Efrînê vedibêjin.
Koma muzîkê ya ‘Berxwedana Serdemê’ beriya 6 mehan ji aliyê 4 welatiyên Efrînê ve ku ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Efrînê koçberî Şehbayê bûne, hate avakirin.
Komê heta niha 15 stran çêkirine, piraniya wan li ser Berxwedana Serdemê ya li Efrîn û Şehbayê, dema derketina wan ji Efrînê û hesreta vegerê ne.
Ji stranên ku endamên komê çêkirine û herî zêde belav bûye “Efrîn em ê vegerin” e. Stran behsa xwezaya Efrînê û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên wê de û qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê ya 58 rojan dike.
Ji endamên Koma Berxwedana Serdemê Ferhad Elûş diyar kir ku stranên wan, piştî nîqaşên di navbera endamên komê de tên çêkirin û got di demên pêş de dê stranên wan li ser berxwedana Efrînê hebin.
Ferhad Elûş wiha got: “Wek komeke muzîkê ya biçûk, em li rex şêniyên xwe yên di kampan û malên kavilkirî yên li Şehbayê de ne, heta ku bajarê me Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe.”
(bb)
ANHA
