Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nurettîn Yedîgol pirsîn, ku Yedîgol 10’ê nîsana 1981’ê hatibû windakirin û gotin: “Hûn bi qedexekirina Galatasarayê nikarin wan bi me bidin jibîrkirin.”
Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin xwestin di hefteya 733’yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. Polîsan carek din Dayikên Şemiyê asteng kir. Li ser astengkirinê Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Wek her hefteyê polîsan vê hefteyê jî çalakiyê dorpêç kir. Xizmên windayan wêneyên windayan û qurnefil hildan. Parlamentera HDP’ê Huda Kaya û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî destek dan çalakiyê.
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Nurettîn Yedîgol pirsîn, ku Yedîgol 10’ê nîsana 1981’ê hatibûn windakirin.
‘LI CIHÊ MAF LÊ DIQEDE ZILM DEST PÊ DIKE’
Medîca Ocak, xwîşka Hasan Ocakak ku Adara 1995’an de hat windakirin li ser navê dayikan daxuyaniyê xwend. Ocak diyar kir ku mafên mirovan ji bo her kesî mîsogeriya jiyanek bi rûmet e û got: “Mafên mirovan bingeha aştî û edaletê ye. Di tu rêgezên dewletan de binpêkirina mafên mirovan ne çalakiyek rewa ye. Desthilatên ku hêza dewletê bikar tînin û azadî û maf ji holê radikin dê rewabûna xwe winda bikin. Ji ber ku cihê ku hiqûq û maf lê xelas bibe kêfîbûna zilmê ya serdestiyê dest pê dike.”
‘ÎŞKENCEYA GIRAN LÊ DIKIN’
Ocak anî ziman ku Nurettîn Yedîgol di salên 1970’î de ji bo xwendinê hatiye Stenbolê û piştî xwendina xwe di nava tevgerên ciwanên sosyalît de cih digire û di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î de biryara girtina wî derdikeve. Ocak got Yedîgol 10’ê nîsana 1981’ê li Îdealtepeya Stenbolê li malekê tê binçavkirin û wî li emniyeta Gayrettepe ya wê demê îşkenceyên giran lê dikin, wî winda dikin û ji wê rojê ve kesî wî nedîtiye. Ocak da zanîn ku tevî hemû serlêdanan jî lêgerîna Yedîgol bêencam dimîne û ji lêpirsînên Tirkiyeyê tiştek dernakeve û malbat dozê dibe Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê.
Ocak anî ziman ku ew ê bi tu awayî dest ji pirsîn û lêgerîna windayên xwe bernedin û got: “Em ê ji bo Nurettîn Yedîgol û hemû windayên xwe dest ji daxwaza xwe ya heqîqet û edaletê bernedin. Em ê dest ji Qada Galatasarayê jî bernedin.”
‘KES WEK ME ÎŞKENCE NEDÎT’
Birayê Yedîgol, Muzaffer Yedîgol jî wiha got: “Kekê min 38 sal berê hat windakirin. Me gellek bang kir û em xemgîn bûn. Em hêvîdarin ku kes wek me îşkence nebîne û maf û edalet cihê xwe bibîne. Ne hewceye em gellek gotinan bibêjin.” Yedîgol got dayika wî jî xwestiye vê peyamê wê ragihîne: “Ez di serî de heqê xwe li Serokkomar û Serokkwezîr helal nakim. Heke ji dinyaya din bawer dikin, bila li dinyaya din hesabê wê bê pirsin.”
Ji şahidên ku herî dawî Yedîgol dît Umît Efe jî got: “Me her tim got ku îşkence li Nurettîn tekirin.”
‘HÛN BI QEDEXEKIRINA NIKARIN BI ME BIDIN JÎ BÎR KIRIN’
Xwişka Hayrettîn Eren ê ku di darbeya 12’ê Îlona 1980’an de hat windakirin Îkbal Eren jî wiha got: “Me hezkiriyên xwe û birayên xwe di zîndanên tarî yên 12’ê îlonê de winda kirin. Heta kujer neyên darizandin û edalet pêk neyê wê ev doz dewam bike. Hûn bi qedexeyan nikarin tiştekî bi me bidin ji bîr kirin. Hûn bi qedexekirina Galatasarayê nikarin windayan bi me bidin ji bîrkirin. Galatasarayê li me vekin û dest ji zîhniyeta xwe ya qedexekirî berdin. Bikin ku faîl bi me re rû bi rû bibin. Wezîfeya dewletê ev e.”