Ji bo çeteyên DAÎŞ’ê yên di destê YPG’ê de ne li dadgeha sûcdarên şer a navneteweyî bên darizandin Awûstûrya kete nava liv û tevgerê. Wezîrê Karên Hundir ê Awûstûryayê Kickl ji bo vê yekê serî li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) da.

Serokê DYE’yê Donald Trump meha Sibatê bi rêya Twitterê peyamek weşandibû û gotibû, “DYE ji hevkarên xwe; Qraliyeta Yekbûyî, Fransa, Elmanya û hevparên din ên Ewropî dixwaze, ji bo darizandina zêdeyî 800 şervanên DAÎŞ’ê yên li Sûriyeyê hatine girtin, gavê biavêjin.”

Lê belê welatiyên rojavayî di serî de Elmanya û Îngilîstanê daxwaza Trump red kiribûn û rewşa DAÎŞ’iyên welatiyên Ewropî yên di destê YPG’ê de nediyar bûbû. Hikumeta Elman a Federal, ji bo DAÎŞ’iyên hem welatiyên Elman hem jî welatiyên welatekî din wernegire welatê xwe, biryar da ku bi bayê bezê qanûnê biguherîne.

Hikumetên Danîmarka û Îngilîstanê jî bi heman rengî eşkere kirin ku wê welatiyên endamên DAÎŞ’ê ne qebûl nekin. Van welatan her wiha banga YPG û QSD’ê ya ji bo darizandina DAÎŞ’iyan li dadgeheke navneteweyî, jinebihîstî hatin. Berevajî van welatan, Awûstûryayê di vê mijarê de gaveke girîng avêt.

PÊŞNIYARA DADGEHEKE DIŞIBE YA LI RUANDAYÊ

Wezîrê Karên Hundir ê Awûstûryayê Hebert Kickl di mijara darizandina DAÎŞ’iyan li dadgeha sûcdarên şer a navneteweyî bi însiyatîf rabû û li nava Yekîtiya Ewropayê kete nava liv û tevgerê. Kickl ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê re name nivîsand û ji Yekîtiya Ewropayê xwest, ji bo DAÎŞ’iyên bi saxî hatine girtin bi însiyatîf tevbigere.

Kickl diyar kir, ji bo DAÎŞ’iyên sûcê şer kirine li dadgeheke li herêmê bê avakirin werin darizandin, ew bi Wezîra Karên Derve Karin Kneissl re karekî hevpar dikin. Wezîrê Karên Hundir ê Awûstûryayê Hebert Kickl destnîşan kir, DAÎŞ’iyên bi saxî hatine girtin gelek welatên Ewropayê eleqedar dikin û got, ji bo sûd ji tecrûbeyên beriya niha bên wergirtin, divê bi Neteweyên Yekbûyî re karekî hevpar were kirin.

Kickl anî ziman, ji bo darizandina DAÎŞ’iyan bi têra xwe şahid û delîl hene û got, dadgeha sûcdarên şer a navneteweyî ya ku li Ruandayê li dijî kesên ji komkujiyên di dema şerê navxweyî de berpirsyar bûn hate avakirin, dikare mînak bê dîtin.

Zêdeyî 2800 çeteyên DAÎŞ’ê di encama operasyonên yekîneyên taybet ên YPG’ê de hatin girtin û niha li Girtîgehên Rojavayê Kurdistanê ne. 800 ji wan ji 46 dewletên cuda ne ku piraniya wan welatiyên rojavayî ne. Heta niha tenê Fransa, Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê welatiyên xwe yên ji aliyê YPG’ê ve bi saxî hatin girtin, ji rêveberiya Rojava xwestin ku radestî wan bike.