Wekîla Fransayê Sonia Krimi ku bi rojane bûye hedefa nûçeyên derewîn û gefên rayedarên dewleta Tirk, rexneyeke tund li AKP’ê kir û henekê xwe bi nîjadperestiya Tirk kir.
Ji parlamenterên partiya desthilatdar a Fransayê LREM Sonia Krimi ku roja Înê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re nîqaş kir, înkarkirina qirkirinê rexne kiribû. Wekîla Fransayê Sonia Krimi li civînên Asambleya Parlamenteran a NATO’yê axivî bû, diyar kiribû ku rexneyên ji rayedarên Tirk tên gelekî giran in û got, ew ‘versiyona dîrokê ya ku ji aliyê hêza bi ser ketiye ve hatiye nivîsandin’ red dikin.
Krimi heman rojê daxuyaniyek dabû û bersiv dabû wezîrê Tirk. Krimi gotibû, li Fransayê bûyerên di dîroka mêtingeriyê de qewimîne dikarin bên nîqaşkirin. Krimi gotinên Çavûşoglû lê vegerandibû û gotibû, “Qebûlkirina 24’ê Nîsanê weke Roja Bîranînê ya Qirkirina Ermeniyan a Neteweyî, dersê nade kesî. Pêwîstiya Fransayê pê nîne ku ji kesî dersê werbigire; Tirkiye jî di nav de.”
Parlamentera Fransayê Sonia Krimi ku bi eslê xwe Tûnisî ye, li ser medya civakî bû hedefa gefên vekirî û girtî.
Her wiha li ser înternetê dîmenên civîna NATO’yê ya li Antalyayê hatin manîpulekirin û ji bo Krimi hate gotin, “Li ser gotinên Çavûşoglû ‘reviya’.” Her wiha muzîkên dagirkerî û fethê jî li ser dîmen hatin bicihkirin.
KRIMI: 1,5 MILYON KES GELO BI RENGEKÎ KOMÎ XWE KUŞTIN?
Sonia Krimi doh jî dîmenekî civîna li Asambleya Parlamenteran a NATO’yê ya li Antalyayê weşand û hem bal kişand ser nûçe û dîmenên derewîn ên li ser medya civakî li dijî wê tên weşandin, hem jî li daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên du rojên dawî pirsî. Krimi bi taybetî destnîşan kir ku înkarkirina qirkirina Ermeniyan teoriyeke pûç û bê bingeh e û got, “Hey me qala Qirkirina Ermeniyan kiriye, gelo 1,5 milyon kesî bi rengekî komî xwe kuştin?”