Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li paytexta Fransa Parîsê li meydana Chatelet Les Hallesê li hev civiyan û ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê, maske danîn ber devê xwe.
Ciwan ji bo balê bikişînin ser asta krîtîk a berxwedana grevên birçîbûnê, maskeyên ku berxwedêrên greva birçîbûnê didin ber devê xwe, dan ber devê xwe û çalakî kirin.
Ciwanan dowîzên bi zimanê Fransî hildan û li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm qîriyan.
Ciwanan li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê gelek belavok jî belav kirin.