MÊRSÎN – Bi hezaran dayik, zarokên wan li Girtîgehan bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di greva birçîbûnê de ne. Yek ji dayikên ku zarokên wê di greva birçîbûnê de jî Meryem Erbey e. Erbey a 2 zarok û neviyekî wê yên girtî di grevê de bang li welatên cîhanê kir û wiha got: “Welatên cîhanê li hemberî daxwazên zarokên me ker, kor û lal in. Ka CPT ka DMME? Ma vana dengê dayikan nabihîzin?  Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca tecrîd bi dawî bibe 159 rojin di greva birçîbûnê de ye. Piştî Guven dest bi grevê kir, di 16’ê Kanûnê de li Girtîgehan kom bi kom dest bi greva birçîbûnê kirin. Di 1’ê Adarê de jî li hemû girtîgehan bi hezaran girtî bi heman armancê ketin grevê. Dayikên ku zarokên wan girtî ne bang li saziyên sivîl ên demokratîk, rêxistinên navneteweyî dikin ku li hemberî daxwazên zarokên wan bêdeng nemînin. Yek ji dayika ku 2 zarok û neviyekî wê girtî Meryem Ozbey e. Zarokên Meryem Erbey, Mehmet Erbey û Maşallah Erbey û neviyê wê Serhat Erbey bi armanca tecrîd bi dawî bibin di greva birçîbûnê de ne. Neviyê Meryem Ozbey Serhat Ozbey ê 21 salî 3 sal berê hat girtin û di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Denîzlî li gel hezaran girtiyan ket grevê. Serhat Erbey hêj 18 salî bû bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê ye” hat girtin, rastî 6.5 salan hat. Dayik Meryem Erbey, di 12’ê Nîsanê de bi neviyê xwe Serhat Erbey re bi rêya telefonê axivî. Erbey, anî ziman ku kurê wê bi biryar e heta encam bistîne çalakiya xwe berdewam bike û wiha got: “Ji bo tecrîd bi dawî bibe bi hemû hêza xwe li ber xwe didin. Kurê min Mehmet Erbey di 16’ê kanûnê de li Girtîgeha Tîpa T a Duzce dest bi grevê kiriye.  Kurê min ê din Maşallah Erbey jî di 5’ê Çile de li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê ketiye grevê. Zarokên min û neviyê min bi heman biryarê di grevê de ne û bi biryarin heta tecrîd bi dawî nebe dest ji çalakiyê bernadin.”  ‘RÊVEBERÊN GIRTÎGEHÊ: BILA BIMIRIN  Dayik Erbey, anî ziman ku dadgehê bi îdîaya “endamê rêxistinê 23 sal ceza li Mehmet birîne û dîsa bi heman îdîayê 10 sal ceza li Mehmet birîne û wiha axivî: “Dema ez bi neviyê xwe Serhat Erbey re axivîm, bal kişandin ser binpêkirina mafan. Serhat ji min re got: ‘Bijîşk nayên kontrola me. Vîtamînên B1 nadin me. Rêveberiya girtîgehê ji me re dibêje ‘Berdin bila bimirin’ Bi awayekî faşîzt nêzî me dibin. Heta ku tecrîda li ser Brêz Ocalan bi dawî nebe em dest ji vê çalakiyê bernadin.”   ÇIMA DMME BÊ DENG E?  Erbey, bal kişand ser polîtikayên welatên cîhanê ya li hemberî kurdan û wiha axivî: “Ew qas ciwan li dijî tecrîdê di grevê de ne. Ma ew qas zor e ku tecrîdê bi dawî bikin? Dayikên girtiyan xwest bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin. Lê randevû neda wan. Ka li vir edalet hebû? Wê demê bila qala edaletê nekin. Em dixwazin tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bikin. Em dixwazin malbat û parêzerên Ocalan bi rêk û pêk hevdîtinan bikin. Welatên cîhanê ker, lal û kor in. Ka CPT  ka DMME?”  Parve bike: