Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên rejîma AKP’ê rêjeya bêkariyê di asta rekorê de zêde bû. Rêjeya bêkariyê gihîşt asta herî bilind a 10 salên dawî.

Li gelemperiya Tirkiyeyê hejmara mirovên bêkar ên 15 salî û zêdeyî 15 salî, di meha Çileyê de li gorî heman serdema sala derbasbûyî bi milyonek û 259 hezar kesî zêde bû. 

Hejmara giştî ya bêkaran bi vî rengî bû 4 milyon û 668 hezar kes.

Rêjeya bêkariyê bi 3.9 pûanî zêde bû û gihîşt 14.7 ji sedî.