Seroka EUTCC’ê Prof. Kariane Westrheim, li ser çalakiyên li dijî tecrîdê bi rayedarên Ofîsa Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê re hevdîtin kir.

Seroka Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) Prof. Kariane Westrheim, li ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, bi rayedarên Ofîsa Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê (KE) re hevdîtin kir.

Hevdîtin doh pêk hat û endama EUTCC Dr. Dersim Dagdevîren û Nûnerê HDP’ê yê li Konseya Ewropayê Fayîk Yagizay jî tevlî bûn. Di hevdîtinê de, li ser daxwaza berxwedêrên greva birçîbûnê û rewşa wan a tenduristiyê dosyayek hate pêşkêşkirin.

Seroka EUTCC’ê Prof. Kariane Westrheim piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir, di hevdîtinê de wan rewşa çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê nirxandine û rewşa tenduristiyê ya çalakgeran ji rayedarên Konseya Ewropayê re ragihandine.

YEKANE RÊYA ÇARESERIYÊ, BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ YE

Prof. Kariane Westrheim diyar kir, ew piştgiriyê didin daxwazên çalakgeran û got, wan ji rayedarên Ofîsa Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê xwestine, ji bo bidawîbûna tecrîdê zorê bidin dewleta Tirk. Westrheim got, wan di hevdîtinê de destnîşan kirine ku ji bo tiştek bi kesî neyê, yekane rêya çareseriyê bidawîkirina tecrîdê ye.

Westrheim anî ziman, wan ji rayedaran re ragihandine ku li girtîgehan niha 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne û destnîşan kirine ku yekane kesê karibe greva birçîbûnê bidawî bike, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Westrheim bang kir ku bersiv ji daxwazên însanî yên çalakgeran re bê dayin û pirsgirêka Kurd jî bi hewldanên dîplomatîk were çareserkirin.

Prof. Kariane Westrheim got, rayedarên Ofîsa Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê ji wan re gotine ku wan bi dewleta Tirk re hevdîtinên dîplomatîk kirine û ji bo çareserkirina pirsgirêkê hevdîtinên wan didomin.