Li Serdeşta çiyayê Şengalê cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî bi beşdarbuna hezaran welatiyên Şengalê û amadebûna mêvanên ji Iraq û Rojavayê Kurdistanê bi awayek bi coş hate pîroz kirin.


Li Serdeşta çiyayê Şengalê Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî ku li cem civaka Êzidî wekî serê sala nû tê nasîn bi şahiyek girseyî hate pîroz kirin. Di şahiyê de bi hezaran xelkê Şengal, nûner û rêvebirên sazî û rêxistinên Şengalê, mêvanên ji Deşta Nînowa, Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriye, berpirsên payebilind ên artêşa Iraqê û Fermandariya YBŞ’ê têde amade bûn.

Şahî di saet 13:00’an de bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevayî şehîdên tevgera azadîxwaz a Kurdistanê destpêkir.

Destpêkê de li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî axivî. Hecî got; “Em xêrhatina tevayî gelê li vir amade dikin,îro ev peyamek gelek giringe ku ji Rojava û tevayî Êzidxanê em li çiyayê Şengalê amade bûne. Gelê me ji komployên ku li ser wan hebûn xwe parastin û îro li Serdeşta çiyayê Şengalê kombûne.”

Piştre li ser navê Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), TEV DEM, Mala Êzidiyan a li Kantona Cizîrê axaftin hatin kirin. Di axaftinande cejna Çarşema Sor hate pîroz kirin û hate gotin ku bi saya berxwedanî û têkoşîna gelê Êzidî ya li hemberî hemû komployan civaka Êzidî biserket û niha carek din jiyan li Şengalê berdewam dike.

Piştî peyam û axaftinan komên şano, helbest û komên mûzîkê derketin ser dikê. Gel li ber stranan govend gerandin.

(şk)