Şervanê YPG’ê Şorenzo Orsetti ku di şerê dijî DAÎŞ’ê de şehîd bû, li Zanîngeha Sapienza ya Romaye hate bîranîn. Erol Aydemîr ê ku 28 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye tevlî çalakiya bîranîna Orsetti bû.
Şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orsetti (Têkoşer Piling) ku di şerê dijî DAÎŞ’ê de şehîd bû, li paytexta Îtalya Romayê li Zanîngeha Sapienzayê hate bîranîn.
Erol Aydemîr ku berî 28 rojan li girava Sardenya ya Îtalyayê tevlî greva birçîbûnê bû û niha çalakiya xwe li Romayê didomîne, beşdarî çalakiya bîranînê bû.
Aydemîr diyar kir, xwedîderketina li bîranîna Orsetti xwedîderketina li îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, “Li her devera dinyayê bîranîna şehîdan di heman demê de dilsoziya bi wan re ye.”
Aydemîr ragihand, Orsetti û gelek şorşeger li Rojava di têkoşîna mirovahiyê de şehîd bûn û destnîşan kir, wê xwedî li têkoşîna wan derkevin.
Aydemîr da xuyakirin, berxwedana grevên birçîbûnê ku ew jî di nav de ye, heta bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan wê bidome.
Li zanîngehê her wiha standek li ser berxwedana grevên birçîbûnê hate danîn û belavok li ser mijarê hatin belavkirin.


