Roj nîne ku em bûyerekî ya kuştin û şewitandina jinan ne bihîsin. Li şuna ku şideta li ser jinan kêm bibe, ber bi zêdebûnê ve diçe. Xwendekarên Kolêja Yasa ya Zanîngeha Silêmaniyê qala sedem û kêmkirina şîdeta li ser jinan kirin û xwendekaran diyar kirin ku ji bo parastina jinan pêwîstî bı stargehekê heye.
Li tevahiya cîhanê jin rastî şîdetê tên. Lê li gorî daneyên navxweyî û navdewletî Başûrê Kurdistan yek ji van cihên ku herî zêde şîdet li ser jinan tê kirine. Yek ji sedemên van bûyeran jî zihniyeta desthilatdar ya baviksalariye. Her wiha bêbandoriya yasa, çand û bûyerên din jî weke sedemê zêdebûna şîdetê têne diyarkirin.
Hana Baban, xwendekara qonaxa çarem ya koleja Yasa ye, nerazîbûnên xwe li dijî şîdeta li ser jinê anî ziman û wiha got: “Li Herêma Kurdistanê şîdeta li dijî jinê bê navber berdewam dike. Bûyerên kuştin û revandina jinan wisan kiriye ku civakê fêrî tirsê bibe. Rojê jinek tê kuştin.”

Hana Baban destnîşan kir ku ji bo kêmkirina şidetê yasa pir giringe û wiha domkir: “Pêwîste astengî ji bo şîdetê bi rêyên yasayî bên kirin. Divê ev yasa bê naskirin û taybet jî ji bo ew kesên şîdetê pêk tînin, bi yasa danûstandin li gel wan kesan bê kêrin. Ew kesên kû li navendên jinan kar dikin pêwîste kesayetekî li dijî şîdetê bin û bikaribe mafê kesên din jî biparêzin.”
Hana Babanî diyar kir ku li tevahiya rêveberiyên rêxistina têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan rêveberiya wan zilame, ev yek ji cihê rexne û nerazîbûnêye û wiha got: “Pêwîste ev navend ji aliyê jinan ve bên birêvebirin. Ji ber ku jin ji hevdû fam dikin. Ji bo wê divê parlamanto bi rêya pêşnumeqanonê pirsgirêka jinan weke yasayekê diyar bike û bi awayekî pratîkî kar li ser bike.”
Li ser heman mijarê xwendekarê qonaxa sêyem a Koleja Yasa Gimo Mihemed wiha axivî: “Bawerî, Yasa û Çand li hember şîdetê pir lewazin. Ev yek jî sedemê zêdebûna şîdetêye. Çand, Bawerî û Civak yek ji sedemên zêdebûna şîdetêne. Ew kesên ku suc dikin li gorî tê xwestin nayên ceza kirin. Ji ber ku piraniya van navendan ji aliyê partiyan ve hatiye desteser kirin û birêve dibin. Tenê hinek car pirsgirêkên eşîretan çareser dikin. Ev yek jî diyar dike ku valahiyekî mezin a yasayê li Herêma Kurdistanê heye.”

Gimo Mihemed balkişand li ser pirsgirêka jin û wiha pêdeçû: “ Bi vî awayî diyare pirsgirêka jinan nayê çareser kirin. Lê bi awayek cûda ji şîdeta li hember jinê berdewam dike.”
Gimo Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî anî; “Ew jinên ku diçin stargehan jî, ji bo çareseriya pirsgirêka xwe dibine ku şîdet hîna berdewam dike. Dibe ku rewşa jiyanî pir xirabe, ew kesên li gel wan danûstandinan dike dibe ku rewşa wan ji xirab be û bi şêwazekî xirab nêz bibin. Ev tişta ku dubare dibe sedemê xwe, lewazbûna yasayê ye.”
(ep)