Berxwedana dîrokî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li welat û derveyî welat, bi biryardarî dewam dike.
Berxwedana Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, di roja 162mîn de, li Başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê jî Nasir Yagiz, 149 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Li 67 zindanên dewleta Tirk jî 335 girtiyên azadiyê ji doza PKK û PAJKê 123 roj in, zêdetirî 7 hezar girtiyên azadiyê jî, ji 1’ê Adarê ve, 48 roj in, li tevahiya girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê,
Li bajarê Fransa Strasbourgê, berxwedana 14 berxwedêran, di roja 122mîn de,
Li Brîtanya bajarê Newportê, Îmam Şîş jî, di roja 122mîn de, di greva birçîbûnê de ne.
Hevseroka DBP Sebahat Tûncel û parlamentera berê ya HDP Selma Irmak, li Girtîgeha Kandira 94 roj in, li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ne.
Piştî, ji zîndanê derketin Semra Akan 103 roj, Gurbet Ektîren 94 roj, Sedat Akin 91 roj, Ferdî Karabay û Îhsan Sînmîş 49 roj û Salih Tekin û Sevîcan Yaşar jî 46 roj in, berxwedana greva birçîbûnê li mala xwe didomînin.
Tevahiya berxwedêran bi zimanekî hevbeş dibêjin, heya tecrîda li ser Rêber Ocalan neyê rakirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Kurdistaniyên li Ewropa jî berxwedana grevên birçîbûnê bi biryardariyek mezin didomînin.
Li Kanada bajarê Toronto Yusuf Iba, li Almanya bajarê Duisburgê jî Mûstafa Tuzak 97,
Li bajarê Hollanda Den Haagê Huseyin Yildiz 91, Hasbî Çakici jî 90,
Li Almanya paytext Berlînê, Şiyar Xelîl 84, Omer Bağdur û Cemal Kobanê 90, Ozkan Ozdemîr, 19 roj in
Li paytexta Avûstûrya Vienê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît 77, li Swisre, Cinevê Mehmet Alî Koçak, 59 roj in,
Li Ingilîstanê paytext Londonê Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz 36 roj in,
Li Italya paytext Roma, Erol Aydemîr, 28 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Li Başûrê Kurdistanê; li Mexmûrê Fadile Tok jî 90 roj,
Li herêma Germiyan Kelarê Herêm Mehmûd 54 roj, endama tevgera Azadî Gulebax Celal jî 33 roj,
Parlementera HDP’ê Dersim Dag 46, Parlementerên HDP’ê Tayip Temel, Murat Sarisaç jî 42 roj in, de greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.
Berxwedana greva birçîbûna bêdem û bi dorveger Li Başûrê Kurdistan û Ewropa jî dewam dike.