Li bajarê Les Mureauxê yê Fransayê, şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn.

Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê Aysel Kaya, Hanîfî Baykûş, Seferî Dûman, Rojat Avşîn, Ridvan Karabakan û Mehmet Saît Karabakan, civînek hate lidarxistin.

Siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak li civînê axivî û diyar kir, ku wê xeyn û xeyalaên şehîdan pêk bînin.

Kavak bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîdê û ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzma Tirk bang kir.