Rêxistina PYD‘ê ya kantona Kobanê ji bo nirxandina rewşa siyasî li herêmê û pêvajoya piştî tinekirina DAIŞ‘ê rêzecivîn da destpêkirin.

Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya kantona Kobanê bi armanca nirxandina rewşa siyasî, bi taybet pêvajoya piştî tinekirina DAIŞ‘ê dest bi rêzecivînan kir. Civîna yekemîn li qada dibistana amadeyî ya navçeya Sirînê bi amadebûna bi dehan şêniyên navçeyê hat lidarxistin.

Di civînê de Rêvebera Navenda Çand û Huner ya Baqî Xido, Nêrgiz Îsmaîl axivî, bal kişand ser girîngiya hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê li hemberî hêzên derve yên dixwazin berjewendiyên xwe di herêmê de pêk bînin.

Nêrgiz destnîşan kir ku hewldanên hêzên derve, di serî de dewleta Tirk ên ji bo derxistina tevliheviyê bi ser neketin û got: “Ev siyasetê hîn jê berdewam e, divê gelê herêmê van mijaran nas bike û hayedar be.”

Nêrgiz serkeftinên QSD‘ê yên li dijî DAIŞ‘ê û got: “Em li dijî DAIŞ‘ê bi serketin, lê şaneyên wê yên veşartî di nav me de hene, dixwazin ewlehî û aramiyê li herêmê derxînin, lê pêwîste gelên herêmê ji wan hişyar bin.”

Her wiha Nêrgiz bang li şêniyan kir ku destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin, biparêzin û li derdora rêveberiya xweser a ku îradeya gelan temsîl dike kom bibin.

Li navenda bajarê Kobanê jî bi heman armancê 3 civîn tên lidarxistin.

ANHA