Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundê Dîban ê Dêrazrê 2 çeteyên DAIŞ‘ê ku xwestin êrîş navendê bikin, kuştin.

Çavkaniyekî leşkerî ji Dêrazorê ji ANHA‘yê re diyar kir ku 2 çeteyên DAIŞ‘ê danê êvarê hewl dan êrîşî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Dîban bikin, lê hewdana wan vala hat derxistin.

Çavkaniyan diyar kirin ku piştî şerekî kurt herdu çete hatin kuştin.

ANHA