Polîsên Tirk dîsa êrîş bire ser çalakiya rûniştinê ya çalakgerên ku bi mebesta destekê bidine çalakgerên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber girtîgeha Gebzeyê rûniştibûn.

Malbatên girtiyan ji 9’ê Nîsanê û wir ve li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa M’yê ya Gebzeyê çalakiya rûniştinê dikin.

Malbatên ku ji destpêça çalakiyê ve terora polîsan tê ser wan, vê înê jî polîsên Tirk teror li ser wan kirin.

Polîsên Tirk çalakiya rûniştinê dorpêç kirin, TOMA’yê ava jidiyayî pijiqanda ser çalakgeran. Malbatan bi dirûşme û lîlandinan êrîş şermezar kirin, li nav kuçeyan belav bûn.

Malbatên ku demekê sekinîn, diyar kir ew ê Şemiyê jî çalakiyê xwe bidomînin.