AMED – Bernameya Mihrîcana Şanoya Amedê ya 7’emîn ku îsal bê lidarxistin eşkere bû. Şanoya Bajêr a Amedê îsal 7’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê li dar dixe. Bernameya mihrîcanê eşkere bû. Mihrîcan bi dirûşma “Heqîqet azad dike” dê di navbera 26’ê Nîsan3e û 5’ê Gulanê de bê lidarxistin. Mihrîcan dê di 26’ê nîsanê de bi lîstika “Tenê Ez” a Teatra Jiyana Nû dest pê bike. Dê komên şanoyê ji Amed, Wan, Stenbol û Mahabadê beşdarî mihrîcanê bibin.  Di çarçoveya mihrîcanê de wê workshopa ya bi navê “Hêzên Azad ên Palyaço” ku Ezgî Keskîn derhêneriya wê dike jî bê lidarixstin. Wê Salona Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê malovaniya mihrîcanê bike. Şanoya Bajêr a Amedê her wiha mihrîcana îsal diyarî bîranîna şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya ku li gel wan dixebitî û sala par jiyana xwe ji dest da kir.   Bernameya mihrîcanê wiha ye:  26’ê nîsanê roja înê * 19.00: Tenê ez 27’ê nîsanê roja şemiyê  * 15.00: Tenê ez * 19.00: Ji min ewqas (Benden bu kadar) 28’ê nîsanê roja yekşemê  * 19.00: Mal be kol 29’ê nîsanê roja duşemê  * Zargotin zêrgotin e 30’ê nîsanê roja sêşemê  * 19.00: Kozik 1’ê gulanê roja çarşemê * 19.00: Zabel 2’ê gulanê roja pêncşemê  * 15.00: Zabel * 19.00: Serûbin (Altust) 3’ê gulanê roja înê * 15.00: Serûbin (Altust) * 17.00: Hêzên Palyaço ya Azad  * 19.00: Teyba dawî ya krapp 4’ê gulanê roja şemiyê  * 15.00: Ji akademiyê re raporek * 19.00: Xeyala lal (Lâl hayal) 5’ê gulanê roja yekşemê  * 19.00: Tartuffe Parve bike: