NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî polîsan mudaxileyî dayikên li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê kir, li ser medyaya civakî bi hezaran kesî bertek nîşan da. Taga “#AnnelerDirenişte” û mijara “Gebze Cezaevi” li ser twîtterê ket rojevê.  Ji bo balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de dayik her roj li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Îro polîsan êrîşî dayikan kir û bi jopan li wan da. Li ser vê gelek kesî bertek nîşan da.  Çalakiya dayikan ji 9’ê Nîsanê didome û hema bêje polîsa her roj mudaxileyî wan dikin.  Piştî dayik meşiyan û ji cihê çalakiyê bi dûr ketin polîsan da dû wan û polîsekî sivîl bi jopê di dest xwe de li pişta wan da û ew tahm dan. Piştî dîmenên vê yekê li ser medyaya civakî belav bûn, gelek kesan bertek nîşan da.  Bi hezaran kesî bi taga “#AnnelerDirenişte” û mijara “Gebze Cezaevi” bertek nîşan dan û ev tag û mijar di rojeva twîtterê de cihê xwe girt.  Ji bertekên li ser medyaya civakî hin jê wiha ne: “Li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya dayikan a li dijî tecrîdê di roja 11’an de didome. Dayik dibêjin ‘ji bo aştiyê, ji bo bidawîbûna tecrîdê, ji bo jiyana zarokên xwe em li ber hemû heqaret û îşkenceyê li ber xwe didin.”  “Dayikên me li ber we û koleyên we serî antewînin. Bila ev bîrdarî û abweriya dayikan ji bo we bibe derd.”  “Faşîzm ev e! Li mirovahiyê negerin, faşîzm û mirovahî tu carî nayên cem hev. Nebêjin qey em ê neyên darizandin û wê ev îşkence li cem we bimîne.”  “Navê vê yekê bêhedî ye, bêedebî ye, bêhiqûqîtî ye. Helbet wê ev îktîdar hesabê vê yekê bide.”  “Helbet hûn ê di bin wê kitana spî de bifetisin!”  “Wê ev yek neyê jibîkirin!”