Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dagirkeriya dewleta Tirk banga tevlîbûna pîrozbahiya 15’ê Tebaxê li ciwanên Başûr kirin.

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga tevlîbûna pîrozbahiya 15’ê Tebaxê li ciwanên Başûrê Kurdistanê kirin.

Li ser navê ciwanan endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Mîtra Pênciwên axivî û wiha got; “Em weke Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Bi ruhê 15’ê Tebaxê li hemberî hemû êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, li ser gelê Kurd û axa Kurdistanê radiwestin û destûr nadin dijminên me bigehine armancên xwe.

 

Demek dirêje dewleta Tirk a faşist li ser axa Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê dimeşîne. Diwaze li Kurdistanê rejîma qirkirinê bimeşîne. Me weke ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyan çek hilgirtiye, em amadene li dijî êrîşên dewleta Trk jî çek hilgirin û axa Kurdistanê biparêzin.”

Pênciwên di berdewama axaftina xwe de bal kişande ser wateya 15’ê Tebaxê û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Em 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, hemû şehîdên Kurdistanê, gelê me yê welatparêz û hemû ciwanên Apoyî pîroz dikin. Em bang li hemû ciwan, jinên ciwan dikin ku tevlî pîrozbahiya 17’ê Tebaxê bê lidarxistin bibin.”

34’emîn salvegera Cejna Vejîna gelê Kurd pêngava 15’ê Tebaxê îsla bi pêşengiya Mertalên Zindî, Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li gundê Silê yê Binarê Qendîl dê were pîrozkirin.