MÊRSÎN – Bavê Vedat Bozkûrt ê li Girtîgeha Tîpa T a Ordûyê 106 roj in di greva birçîbûnê de Cevher Bozkûrt, bal kişand ser rewşa girtiyan û got: “Wexta min kurê xwe dît, min ew nas nekir.” Li Girtîgeha Tîpa T a Ordûyê ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, yek jê Vedat Bozkûrt e. Bozkûrt 106 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Bozkûrt, di sala 2011’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin û 12 sal ceza lê hatiye birîn. Bav Cevher Bozkûrt ku di 8’ê Nîsanê de çû girtîgehê û kurê xwe dît, diyar kir ku wexta wî kurê xwe dîtiye nas nekiriye û got: “Kurê min û hevalên wî pir zihîf bûne. Nêzî 15-16 kîloyan zihîf bûne. Êdî nikaribû rabe ser piya jî. Lê dîsa jî moralê wî pir baş bû. Tevî kurê min 4 kes di greva birçîbûnê de ne. Ji evan yek jê destekî wî tune ye. Rewşa wan nebaş bû.” ‘MIN EW NAS NEKIR’ Bozkûrt, got: “Wexta hatin cihê hevdîtinê min ew nas nekirin. Ev yek tesîreke mezin li min kir. Diya wî jî li cem min bû. Kurê min got, ‘Eger hûn ê bi vî awayî nêzî me bibin careke din neyên.’ Êdî nikaribû wek berê biaxive, giran giran diaxivî.” Bav Bozkûrt, diyar kir ku kurê wî gotiye: “Armanca me şikandina tecrîda li ser Serok e. Divê her kes rabe ser piya. Eger em rabin ser piya wê tecrîd bi adwî bibe. Çi dibe bila bibe em bibiryar in.” Bav Bozkûr bang li hikûmetê kir û got: “Bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin. Êdî bes e.”
‘Wexta min kurê xwe dît, min ew nas nekir’
