Li Stenbolê polîsan êrîşî çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê kirin û parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî nav de gelek kes destgîr kirin.
Bi armanca balkişandina li ser çalakiyên grevên birçîbûnê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Kartal a Stenbolê bi beşdarbûna bi dehan kesan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
Polîsê Tirk êrîşî çalakgeran kir û kesên çalakî organîzekirine destgîr kir. Di nava kesên hatine destgîr kirin de parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî heye.
Înîsyatîfa Piştevaniya bi Zindanan re nerazîbûn nîşanî êrîşê da û got; “Li dijî tecrîdê em ê her roja din dengê xwe bêhtir bilindtir bikin. Em ê serî li ber zilma we ne tewînin.
Li Kartalê parlementerê me Mûsa Pîrogalû û hevalên me yên pêre beşdarî çalakiya rûniştinê bûne, hatine destgîrkirin.”