Li Swîsre û Belçîkayê, kongreyên Navendên Civaka Demokratîk a Kurd pêk hatin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Swîsreyê (CDK-S), kongreya xwe ya 3’emîn a asayî diyarî berxwedêrên greva birçîbûnê kir ku li dijî tecrîdkirina Ocalan bi dirûşma “Em tecrîd bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Ocalan azad bikin” di greva birçîbûnê de ne.
Kongre li bajarê Grenchen ê kantona Solothurnê bi beşdariya zêdeyî 1000 delege û mêvanan pêk hat.
Siyasetmedarê Kurd Akîf Yaşar destpêkê axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Yaşar berxwedana grevên birçîbûnê bi bîr xist û got, “Vê pêngava berxwedanê hem li çar parçeyên Kurdistanê, hem li zindanan, hem jî li welatên Ewropayê bersiv daye êşkenceya tecrîdê. Berxwedan wê heta azadiya Ocalan bi biryardarî bidome.”
Piştî nîşandana sînevîzyonê, nameya Mehmet Alî Koçak hate xwendin, ku ji 20’ê Sibatê ve li Cenevreyê di greva birçîbûnê de ye.
Di dawiya kongreyê de karê heta niha hatiye kirin hatin nirxandin û kongre bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
NAVENDA CIVAKA DEMOKRATÎK A KURD A BELÇÎKAYÊ KONGREYA XWE PÊK ANÎ
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Belçîkayê kongreya xwe pêk anî. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal axivî. Kartal bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û diyar kir, wê polîtîkayên qirêj ên li ser Kurdistanê tên meşandin têk bibin.
Kartal destnîşan kir, Kurdistaniyên li Ewropayê divê xwedî li nirxên gelê Kurd derkevin.
Kongre bi hilbijartina rêveberiya nû bi dawî bû.
