Ciwanên herêma Kelarê ya Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiyek pêk anîn.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana grevên birçîbûnê û çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedêran didomin.

Li Başûrê Kurdistanê li herêma Kelarê, ciwanan bi vê armancê çalakiyek kirin.

Ciwanên Kelarê ji bo bala gel bikişîne ser berxwedana greva birçîbûnê, pankarteke bi nivîsa “Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye” li navenda bajêr daliqandin.