Her roja diçe rewşa tendirustiyê ya Nasir Yagiz ê li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 153 roj in di grevê de ye giran dibe.

Hevseroka Nûnertya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş a ji Rojnewsê re axivî û got: “Her rojua diçe rewşa tendirustiyê ya Nasir Yagiz giran dibe.”

Guneş got: “Rewşa Yagiz giran dibe. Serê wî diêşe, çavê wî nabînin û deng nabihîse. Pirsgirêkên dil didomin. Bi şevê nikare rakeve. Me du caran Yagiz rakir nexweşxaneyê lê tedawî qebûl nekir. Tîne ziman ku heta tecrîd hebe wê çalakiya xwe bidomîne.”