Li bajarê Bernê yê Swîsreyê, di Meşa Ostermarsch-Paskalyayê de işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê hate kirin.

Li qada Ercholz a bajarê Bernê yê Swîsreyê zêdeyî 1000 kes li hev civiyan. Aktîvîstên Meclîsa Jinê ya Mizgîn jî bi rengê xwe tevlî meşê bûn.

Aktîvîstan di meşê de dowîzên li ser berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin, hildan û bal kişandin ser tecrîdê û berxwedana li dijî tecrîdê.

Di meşê de dewleta Swîsreyê jî ji ber firotina çekan û malzemeyên şer hate şermezarkirin. Piştî meşê li Munsterplatzê ku avahiya Parlamenta Neteweyî lê ye mîtîngek hate lidarxistin.