KOCAELÎ – Dayikên girtiyan ên li ber Girtîgeha Gebzeyê kom dibin berê qet hev nas nakin. Li ber girtîgehê bûne hevrêyên hev û bi hev re diqîrîn û dibêjin “Hûn dizanin dayikbûn hestek çawa ye?”  Nêzî 7 hezar girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi daxwaza tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rab eli girtîgehên bajarên herêmê û rojavayê Tirkiyeyê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Dayikên girtiyan ji bo zarokên xwe bidin jiyîn bi rojane li ber GirtîgehaTîpa M a Gebzeyê li hev kom dibin û her roj polîs şidetê li wan dikin. Çend roj berê polîsan heqaret li dayikan kirin û bi copan daf didan û tundî li ser wan meşandin. Temenê dayikan ê dilê wan kêlî bi kêlî diêşe di navbera 50 û 70 de diguhere û bi laçiken xwe yên sipî her roj bang û qîra zarokên wan li jiyanê bimînin dikin. Dayik ji gellek bajaran ketine ser rêya Gebzeyê û cihê navnîşana hevdîtina wan ber Girtîgehê ye.  ‘HÛN DIZANIN DAYIKBÛN HESTEK ÇAWA YE?’  Dayikan zarokên xwe bi hezar zehmetî mezin kirin. Zarokên van dayikan hin ji wan 128 roj in, hin ji wan 109 roj û 98 roj in roj bi roj dihelin. Dayikên ku ji bo jiyankirina zarokên xwe bedenên xwe kirine sîper hezkirinên xwe digihînin zarokên xwe. Dayikên dibêjin “Ger zarokên me birçîbin, loqmeyek di qirika me de jî naçe. Xew nakeve çavên me” û li wan kolanên xerîb diqîrên. Dayik bang li wîjdanê her kesî dikin û wiha dibêjin: Hûn dizanin dayikbûn hestek çawa ye?”  DIBIN DENGÊ ZAROKÊN XWE  Dayik bi şev û roj li ber xwe didin û bêxew in û diwestin. Ji ber temenê wan dirêj e gellek nexweşînên wan jî hene lê guh nadin van nexweşînên û dixwazin bibin dengên zarokên xwe. Bi rojane li benda agahiyek xêrê ne û çavê wan tim li rê ye. Ji hev re qala serpêhatiyên hev û zarokên xwe dikin, hêz û moralê didin hev. Hema bêje çîroka serpêhatiya hemûyan dişibin hev û derd, êş û jana wan di têkoşîna zarokên wan de digîhîje hev. Tevî ku dizanin dê tundî li wan bê kirin jî lê roja din dîsa li hev kom dibin û bêtirs li ber xwe didin. BÊDENGÎ WAN BIHÊRS DIKE  Ev dayikên laçik sipî tenê ne ji bo zarokên xwe ji bo zarokên hemû dayikan li ber xwe didin. Mafê jiyana zarokên xwe dixwazin. Şidet, zext û astengî li zora wan naçe lê bes bêdengiya mirovan wan bihêrs dike. Zarokên wan ji hundir agahî dişînin û dibêjin ku ew ji berxwedana dayikên xwe hêz digirin. Dayik soz didin ku heta zarokên di greva birçîbûnê de bin dê kêliyek jî gav paş ve neavêjin û her roj dê çalakiya xwe ya nobetê li dar bixin. MA / Sadiye Eser Parve bike: