Kerem Solhan ku 129 roj in li bajarê Strasbourgê yê Fransayê di greva birçîbûnê de ye, ji ANF’ê re qala hesreta xwe ya li navçeya Gimgim a Mûşê kir.
Berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Strasbourgê, ji ber rewşa nebaş a tenduristiyê çalakiya xwe li nava cihê xwe didomînin.
Yek ji çalakgerên ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 129 roj in li Strasbourgê di greva birçîbûnê de ne, Kerem Solhan e. Solhan ji navçeya Gimgim a Mûşê ye. Kerem Solhan ji ANF’ê re qala hesreta Mûş-Gimgimê kir.