Xizmên şehîdan ên li Stockholmê tevlî greva birçîbûnê bûn, diyar kirin ku heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, ew ê têokşîna xwe bidomînin.

Xizmên şehîdan: Tahsîn Altûn, Behiye Akgul, Zibeyda Abde, Hatîce Salman, Suleyman Sîncar û Sadîa Vakîlî, li ser greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir û bi beşdariya bi hezaran girtiyan û Kurdistaniyan didome, ji ANF’ê re axivîn.

Tahsîn Altûn diyar kir, ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kiriye, ew jî tevlî çalakiya li Stockholmê bûne û got, “Em ê dawî li tecrîdê bînin, Rêber Apo azad bikin.”

Behiye Akgul, berxwedêrên greva birçîbûnê hemû silav kir û got, “Bidawîbûna tecrîdê rawestandina rijandina xwînê ye. Bidawîkirina tecrîdê bidawîkirina şer e. Bidawîkirina tecrîdê, azadkirina mirovan e. Em ê dawî li tecrîdê bînin, em ê bi ser bikevin.”

Hatîce Salman jî çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û got, “Em ê dawî li tecrîdê bînin.”

Suleyman Sîncar diyar kir, rewşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê krîtîk e û got, “Em naxwazin agahiyek li ser şehadeta hevalên xwe bibihîzin.”

Sîncar bang li gelê Kurd û dostan kir ku ji bo bidawîbûna tecrîdê piştgiriyê bidin çalakiyan.

Yek ji 5 şoreşgerên ku rejîma Îranê Gulana 2010’an ew bi darve kir, Ferhad Vakîlî bû. Xwişka Vakîlî Sadiye Vakîlî jî destnîşan kir ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din, wê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.