MKP’ê li ser salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da, mirovên di Qirkirina Ermenan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û diyar kir, wê li ser xeta Îbrahîm Kaypakkaya bersivê bidin faşîzmê.
Komîteya Navendî û Buroya Siyasî ya Partiya Komunîst Maoîst (MKP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Di sala 48’an a damezrandina me de ya 24’ê Nîsana 1974’an a ji TKP(ML) heta MKP’ê de, bi kelecana komunîst em silav dikin û êşa Ermenên hatin qirkirin parve dikin.”
‘KONGREYA ME BERSIVA ŞOREŞGERÎ YE LI FAŞÎZMÊ’
MKP’ê diyar kir, “Partiya me 24’ê Nîsana 1972’an bi rola damezrîner û helwesta dîrokî ya rêberê komunîst Îbrahîm Kaypakkaya weke pêngaveke nû rabû ser piyan” û ragihand, “Xeta siyasî ya hevrê Kaypakkaya ya gerdûnî û tezên wî yên polîtîk ên girîng, di serdema heyî de jî weke pêwîstiyekê derdikeve pêş û derbasdar e.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Kongreya me ya 4’emîn a partiyê, li ser perspektîfa siyasî ya hevrê Kaypakkaya bersiveke şoreşgerî ye li dijî êrîşên faşîst.”