Îro serê sibehê li defa El-Xerbiyê piştî êrîşa artêşa Îsraîlê 21 filistînî birîndar bûn, her wiha li herêmên cuda 6 filistînî hatin destgîrkirin. Her wiha artêşê gule li cotkar û masîvanan reşandin.
Nûçegihanê ajansa me ragihand ku Saziya Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku 21 welatî birîndar bûn, di nav de 2 kes birîna wan di serî de ye û zarokekî 2 mehî jî di şer de li defa El-Xerbiye birîndar bûn.
Her wiha nûçegihan li ser zimanê çavkaniyên filistînî ragihand ku artêşa Îsraîlê piştî ku mal û milk hemû xerab kirin û gelek pere dizîn, zêdetirî 6 filistînî destgîr kirin.
Nûçegihanê me got li Xezayê jî artêşa Îsraîlê gule li cotkarên Filistînî yên ser sînor dema ku di nava zeviyên xwe de bûn, reşandin. Her wiha masîvan jî hedef girtin, di encamê de hin alavên wan xerab bûn.
(jo)
ANHA