Wekîlê Swîsreyî Bernhard Guhl bal kişand ser paqijiya etnîkî ya li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve tê kirin û ji Konseya Federal a Swîsreyê xwest ku li dijî vê yekê bikeve nava liv û tevgerê.

Parlamenterê Partiya Bûrjûva-Demokratîk ê Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê Bernhard Guhl ji bo balê bikişîne ser polîtîkayên dewleta Tirk û komên wê yên çete yên li Efrîn a dagirkirî, pêşnûme pirsek pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê kir.

Di pêşnûme pirsê de wekîl Guhl got, “Dewleta Tirk û çeteyên ku piştgiriya wan dike, di serî de li Efrînê li dijî Kurdên li gelemperiya Sûriyeyê mafên bingehîn ên mirovan ên Kurdan binpê dikin.” Guhl di vê mijarê de bal kişand ser rapor û daxuyaniyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî.

Guhl işaret bi rewşa li Efrînê kir û got, “Li Efrînê mirovên sivîl tên revandin, ji cih û warên xwe tên kirin, tên talankirin, malên gel bi zorê tên desteserkirin, bi zorê bac têne standin û êşkence hîn jî didome.” Guhl li Konseya Federal a Swîsreyê xwest, bersiva van pirsan bide:

PIRSÊN KU DAXWAZA BERSIVA WAN HATE KIRIN

– Efrîniyên ku ji ber dagirkeriyê ji cih û warê xwe bûn, li ku derê û di nava kîjan şert û mercî de dijîn?

– Swîsre alîkariyê dide mirovên ku ji ber dewleta Tirk û komên wê ji cih û warê xwe bûne. Ya jî eger alîkariyê dide, vê yekê çawa dike?

– Li dijî binpêkirina mafên Kurdên li Efrînê û Sûriyeyê, Swîsre çi dike?

– Ji bo mirovên ji cih û warê xwe bûne careke din vegerin malên xwe û li wir bi rengekî ewle bijîn, gelo Konseya Federal bi vê mijarê re eleqedar dibe?

– Eger Swîsre bi vê mijarê re eleqedar be, wê demê ji bo milkên bi zorê hatine desteserkirin li xwediyên wan bên vegerandin, karekî çawa dike, kîjan tedbîran werdigire?

– Ji bo pêşî li dagirkeriya Tirkiyeyê ya li herêmên nû yên Sûriyeyê bê girtin, an jî pêşî li êrîşeke gengaz a komên Tirk ên li dijî Minbicê were girtin, Konseya Federal çi dike?

– Konseya Ewropayê hîn jî piştgiriyê dide pêkhatina aştiyê bi kontrola Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê?

Parlamenterê Swîsreyê Bernhard Guhl beriya niha jî bi pêşnûme pirsên xwe bal kişandibû ser kiryarên dewleta Tirk û komên wê yên çete yên li Efrînê û Rojava.